Kindy li Queenslandê (Kurdish-Kurmanji)

Kindy çî ye?

Kindergarten, ku bi navê kindy, tê naskirin, bernameyeka fêrkariya nîvdemî jibo zarokên qonaxa Pêş dibistanê ye. Bi beşdariya li bernameya kindy hûnê vê derfetê bidin zarokê xwe da ku ji riya lîstinê were fêrkirin û bona çûyîna bo dibistanê amade be.

Bernemayên piştrastkirî yên Queensland Government -yani bernameyên kindy li ser mijara lîstinê ne û ji aliyê fêrkarekî biezmûn û pispor li warê fêrkirinê di destpêka zaroktiyê da tên fêrkirin. Bernameyên fêrkariyê yên Kindy dikarin li navendên perwerdehiyê yên destpêka zaroktiyê, hin dibistanên dorhêlî yên bi mesafeya dûr, û bi fêrkariya ji riya dûr an eKindy bona hin zarokên ku nikarin herin van navendan, bên dabînkirin.

Fêrbûn li kindy

Li kindy, zarok ji riya lîstinê va tên fêrkirin da:

  • bi bikaranîna ziman, fikr û hestên xwe derbibirînin
  • hevalan bibînin, bi yên din ra bilîzin û di komê da hevpişk bin
  • ji riya tecrubeyên nû, fêrî tiştan bibin
  • pêbaweriya wan bixwe zêde bibe û bihêz bin
  • hestên xwe ji riya honer, reqs û şanoyên drama derbibirin
  • bingeha zanista xwe damezirînin, fikrên nû biafirînin û alîkariya wan were kirin da ku destpêkeka baş li dibistanê hebin.

Çawaniya navnivîsînê

Li Queenslandê, zarok dikarin bernameya kindy ji sala beriya çûyîna dibistanê va dest pê bikin. Her cûreya xizmetan ciyawaz digel xizmeta din e û hin ji wan renge lîsteya çaverêbûnê hebin, loma baştir ev e ku bi beşa xizmetên kindergarten ya bijartiya xwe têkildarî baştirîn dema navnivîsîna zarokê xwe biaxivin.
Jibo beşdarbûna li kindy, zarokê we divê heta 30ê Hezîranê bûbe çarsalî.

Heyama Jidayîkbûna zarok Zarok dikarin li kindy
1 Tîrmeh 2013 heta 30 Hezîran 2014 2018
1 Tîrmeh 2014 heta 30 Hezîran 2015 2019
1 Tîrmeh 2015 heta 30 Hezîran 2016 2020
1 Tîrmeh 2016 heta 30 Hezîran 2017 2021
1 Tîrmeh 2017 heta 30 Hezîran 2018 2022
1 Tîrmeh 2018 heta 30 Hezîran 2019 2023

Belgeyên pêwîst jibo navnivîsîna zarokê we:

  • nav û navnîşana zarok
  • agahiyên we wek sergêr, qeyûm an welî
  • her cûre agahiyên têkildarî hukmê dadgehê an bername an destûrkara dayîk û bavan
  • agahiyên têkildarî babetên taybet (Weke bêşiyanbûn, hestiyariyên xwarinê û hwd)
  • belgeya roja jidayîkbûnê (Wek nasname)
  • rewşa saxlemî û sîgortayê
  • agahiyên têkildarî vê yekê ku çi kesan destûra xwe heye li dû zarokê we bên û hejmara têkillîgirtinê li babetên awarte.

Agahiyên we dê nihênî bin. Her wiha hûn dê bikarin bi tamî berbihuriyên zarokê xwe bibînin.

Bijartina bernqameya kindy

Tevahiya zarokên Queenslandê xwedan mercên hebûna li Kindergartena pêbawerkirî di sala beriya destpêbûna dibistanê ne.

Bernameyeka kindergarten di rewşekê da pêbawer e ku li gorî destûrkarên dewletê be û ev merc têda hatibin berçavgirtin:

  • bernameya fêrkariyê li gorî lîstinê be ku ji aliyê fêrkarekî biezmûn û pisporê fêrkirinê di heyama seretayî ya zaroktiyê da tê fêrkirin. Li gorî destûrkarên dewletê
  • saetên fêrkirinê bi giştî 15 saet di heftiyê da, 40 hefte di salê da jibo zarokan di sala beriya dibistanê da ye
  • hevaheng digel Queensland Kindergarten Learning Guideline an Queensland Curriculum and Assessment Authority bernameyên din ên pêbawerkirî û bi hitbar.

Jibo agahî û naskirina bernameyeka piştrastkirî ya Queensland Government-bêjeya ‘kindy tick’ bigerin.

Kindy tick

Xercên kindy

Xercên baxçeya zarokan li gorî cûreyên xizmetan ciyawaz in. Jibo haydariya derbarê hûrgiliyên têkildarî asta xercan digel bernameya kindy ya bijartî ya xwe bikevin têkilliyê.

Xercê kêmtir an belaş ên kindergarten malbatên xwedan merc digire ber xwe, ji wan malbatên ku zarokê kesek din wek zarokê xwe qebûl kirine:

  • hebûna Health Care Card (HCC) dewleta Awstralyayê an (zarokê ku ew karta hebe)
  • hebûna Australian Government Pensioner Concession Card a çalak (Mafê sîgortaya HCC ya xwebixwe)
  • hebûna Department of Veterans’ Affairs Gold Card an White Card
  • hebûna danezana fermî, weke name, ji ajansa têkildar ku li gorî qesta dayîna HCC ye.
  • xwecihiyên awstralyayî an girava Tengava Torêsê (an zarokek bûyî li wir hebe)
  • hebûna sê an çar zarokên hevtemen ku di salekê da hatibin navnivîsîkirin.

Diravê dewletê (subside) jibo xercê kêmtir an belaş ê kindergarten bi awayê rasterast jibo raberkirên xizmetên we tê dabînkirin. Ev kar renge bibe sedemê kêmbûna xercên ku hûn didin. Hûn tenê carekê dikarin vê alîkariya dewletê (subside) bi kar bînin, heta heke çend babetên we hebin.

Malbatên zarokên beşdar li bernameya miqatebûna rojane ya kindergarten renge xwedan mercê Commonwealth Government Child Care Subsidy bin.

Agahiyên têkildarî xwedan merc bûna wergirtina vê alîkariya dewletî (subside) anku Commonwealth Government li Centrelink heye.

Zarokên ku wek nevisî (zerokê keseên din) hatine wergirtin, renge pişk û para wan a alîkariya dewletî zêdetir jî be. Jibo agahiyên zêdetir digel kindy û piştra bi Child Safety Service Centre bikevin têkilliyê.

Agahiyên zêdetir

Digel Queensland Government bi hejmara 13 74 68 bikevin têkilliyê.

Published — 11 July 2018 Last updated — 20 September 2018

Want personalised tips and activities?

Complete these short questions to get personalised tips and activities to see how simple and easy it can be.

Get started
01 / 05

What is your relationship with the child?

MotherFatherGrandmotherGrandfatherCarer/Guardian

What best describes your location?

Metro
Regional
Remote

If you had a spare moment, what would you most likely do with the child?

Metro
Regional
Remote

And finally…

Do you speak another language at home apart from English?
Are you of Aboriginal and / or Torres Strait Islander descent?
Does the child need additional support with their development or learning?
Now we know a little more about the content that might interest you we’ve compiled it into a handy page for you.
Go